Ji Rûhanî û Zarîf re wîze derket

Emerîkayê wîze da Serokkomar Rûhanî û Wezîr Zarîf

Ji Rûhanî û Zarîf re wîze derket

Pirsgirêka wîzeyê ya Îran û Emerîkayê çareser bû. Emerîkayê ji serokkomarê Îranê Rûhanî û Wezîrê Karên Derve Zarîf re wîze derxist. Zarîf dê îro biçe emerîkayê. Rûhanî jî dê roja dûşemê biçe New Yorkê.

Hefteya pêş me roja sêşemê li Newyorkê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dest pê dike. Hat diyarkirin ji Rûhanî û Zarîf re wîze derketiye.

Pirsgirêka wîzeyê rageşiya Îran û Emerîkayê zêdetir kiribû.

Ji lijneya giştî re hefteyek mabû lê wîzeya Rûhanî û Zarîf hêj derneketibû. Piştî derketina wîzeyê Zarîf îro diçe Newyorkê.

Rûhanî jî dê roja duşemê biçe Emerîkayê.

Navenda Neteweyên Yekbûyî li Emerîkayê ye. Ji bo vê Emerîka carna ji bo rayedarên Îranî re pirsgirêka wîzeyê derdixe.

Di tîrmehê de wîzeya sînorkirî hatibû dayîn Wezîrê Karên Derve Zarîf.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE