Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn yê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) da teqînan dest pê kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofiîzikê ya Endonezyayê (BMKG) hat dayîn, di Çiyayê Agirîn yê li bajarê Lampungê da ji roja înê heta niha 44 caran teqîn çêbû.
Hat gotin, dûyê ku li ser Çiyayê Agirîn ketiye heta 200 mêtreyî rabûye.
Li herêmê ji bo kesên ku li derdora çiyê dijîn hişyarî hat dayîn ku derbasî cihên ewledar bibin.
AA