Ji Rûsyayê biryara dersînorkirina konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê

Rûsyayê biryar da ku Konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê dersînor bike

Ji Rûsyayê biryara dersînorkirina konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê

 Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê biryar da ku Aleksandr Sosonyukê Konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê ku bi hinceta "agahiyên veşartî bi dest xistiye" hatibû binçavkirin bê dersînorkirin. 

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku Maslahatguzar Vasîliyê Pokotîloyê li Balyozxaneya Moskovayê ya Ukraynayê peywirdar e gazî wezaretê kirin. 

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Sosonyukê Konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê ku  li Rûsyayê fealiyetên "dereqanûnî" kiriye û hat gotin ku çalakiyên bi vî awayî nayên qeûblkirin û zirarê dide berjewendiyên ewlehiya Rûsyayê.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Pêşniyazî Konsolos kirin ku ji 19ê nîsanê pê va di nav 72 saetan da Rûsyayê biterikîne."

Serwêsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) bi hinceta ku Aleksandr Sosonyukê Konsolosê St. Petersburgê yê Ukraynayê bi hinceta ku "agahiyên veşartî bi dest xistiye" binçav kiribû. 

Oleg Nîkolenkoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê jî binçavkirina Sosonyuk wekî "provokasyona Rûsyayê" bi nav kiribû û ragihandibû ku dê bersiva vê yekê bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE