Ji Rûsyayê bo çalakiyên YPG/PKKê yên li Sûriyeyê bertek

Lavrov: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk baweriya xwe bi piştgiriya Amerîkaya ku ji bo neftê dîsa vegeriya Sûriyeyê tînin û ev yek encamên baş bi xwe ra nayne."

Ji Rûsyayê bo çalakiyên YPG/PKKê yên li Sûriyeyê bertek

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê çalakiyên YPG/PKKya rêxistina terorê ku li Sûriyeyê dibe serî da got: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk baweriya xwe bi piştgiriya Amerîkaya ku ji bo neftê dîsa vegeriya Sûriyeyê tînin û ev yek encamên baş bi xwe ra nayne. Ez ji Kurdan ra pêşniyaz dikim ku bila ew li ser sozê xwe bisekinin û ji çalakiyên bo konjoktorê bi gumanin, dûr bisekinin."

Lavrov li paytext Moskovayê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Îzlandayê Gudlaugur Thor Thordarson ra civîna çapemeniyê lidar xit û li ser çalakiyên YPG/PKKya yên li Sûriyeyê jî sekinî.

Di axaftina xwe da Lavrov got ku YPG/PKK li bakurê Sûriyeyê di nav çalakiyên nebaş da cih digire û xwest ku bila ew ji kar û barên biguman dûr bisekinin.

Lavrov destnîşan kir ku divê YPG/PKK û rejima Esed ji bo gotûbêjê hewl bidin û wiha pê da çû: "Di çarçoveya serdestî û yekîtiya axê da heqên Kurdan dikare bê teslîmkirin û ji bo vê jî divê bi rejima Sûriyeyê ra têkilî deynin."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE