Ji Rûsyayê bo Serokwezîrê Îngilistanê Johnson biryara mueyîdeyê

Rûsyayê dijî Serokwezîrê Îngilistanê Johnson û 12 rayedaran biryara mueyîdeyê hilda

Ji Rûsyayê bo Serokwezîrê Îngilistanê Johnson biryara mueyîdeyê

Rûsyayê, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, Wezîra Karên Derva Lîz Truss û Wezîrê Parastinê Ben Wallace jî di navê da der barê 13 rayedaran da biryara mueyîdeyê hilda.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku Rûsyayê, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, Wezîra Karên Derva Lîz Truss û Wezîrê Parastinê Ben Wallace jî di navê da der barê 13 rayedaran da biryara mueyîdeyê hildaye.

Li gorî daxuyaniyê kesên ku hatina wan ya li Rûsyayê hatiye qedexekirin ev in:

"Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Edaletê Domînîc Raab, Wezîra Karên Derva Lîz Truss, Wezîrê Parastinê Ben Wallace, Wezîrê Gihandinê Grant Shapps, Wezîra Karên Navxweyî Prîtî Patel, Wezîrê Darayiyê Rishî Sunak, Wezîrê Kar, Vejen û Stratejiya Pîşesaziyê Kwasî Kwarteng, Wezîra Dijîtal, Çand, Medya û Sporê Nadîne Vanessa Dorrîes, Alîkarê Wezîrê Parastinê James Heappey, Serokwezîra Hikûmeta Herêmî ya Îskoçyayê Nîcola Ferguson Sturgeon, Serdozgeriya Îngilistan û Gallerê Suella Braverman û serokwezîra berê ya Îngilistanê Theresa May.”AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE