Ji Rûsyayê li dijî Xarkîvê êrîşen asîmanî

Ji Rûsyayê li dijî Xarkîvê êrîşen asîmanî

Di demeke ku şerê Rûsya-Ukraynayê didome da ji hêla hêzên Rûs li dijî bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê êrîşên asîmanî hatin kirin.

Hêzên Rûs ji duh bi şev heya ber destê sibehê êrîşên asîmanî birin ser bajarê Xarkîvê yê ku duyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê ye û di encamê da ziyaneke mezin gihîşt binesaziya bajêr.

Li gorî şêniyên Xarkîvê, êrîşên hêzên asîmanî yên Rûs van dawiyan pir zêde bûn, her wisa nîvê şevê li ciyên cuda yên bajêr dengê teqînên mezin hat bihîstin.

- Di êrîşan da du sivîl hatin kuştin

Di daxuyaniya nivîskî ya Şaxa Herêma Xarkîvê ya Midûriyeta Giştî ya Servîsa Bilez a Dewletê ya Ukraynayê da hat diyarkirin, li bajarê Çuguyîvê yê li eniya şer ê nêzîkî Xarkîvê duh ber êvarê di êrîşên asîmanî yên Rûsyayê da du sivîl hatin kuştin û dudu jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE