Ji Rûsyayê qefleya ewil a turîstan hat Antalyayê

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) Rûsyayê di 15ê nîsanê da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da çûyîn û hatina balafiran sînordar kir û ev sînordarkirin ji 22yê hezîranê pê va rabû. Piştî 2 mehan turîstên Ûris cardin hatin Tirkiye û Antalyayê.

Ji Rûsyayê qefleya ewil a turîstan hat Antalyayê

Piştî sînordarkirina firîna balafiran ku Rûsya 2 meh in disepîne, qefleya ewil a turîstan îro hat Antalyaya "paytextê turîzmê". 

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) Rûsyayê di 15ê nîsanê da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da çûyîn û hatina balafiran sînordar kir û ev sînordarkirin ji 22yê hezîranê pê va rabû. Piştî 2 mehan turîstên Ûris cardin hatin Tirkiye û Antalyayê.

Li gor vê balafira THYyê li Moskovaya paytextê Rûsyayê ji Balafirgeha Vnukovayê rabû û bi 132 rêwiyên xwe va di saet 05.40î da li Balafirgeha Antalyayê danî.

Tê payîn ku di nav rojê da ji Rûsyayê bi 44 balafiran va 12 hezarî zêdetir turîst werin Antalyayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE