Ji RTDê bangewaziya bila aşiya Kovîd-19ê li welatên belengaz bi heqaniyet bê belavkirin

Ji RTDê bangewaziya bila aşiya Kovîd-19ê li welatên belengaz bi heqaniyet bê belavkirin

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus bang kir ku bila aşiyên vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) li welatên belengez bi heqaniyet bên belavkirin û wiha pê da çû: "Ji bo ku aşî bi heqaniyet bên belavkirin li wê yekê xwedîderketin her wiha di demên dûr û dirêj ên bên da wê bi kêrî aboriya her welatî bê li vê yekê xwedî derketine."

Ghebreyesus li navenda rêxistinê ya Cenewreya bajarê Swîsreyê ye bi pergala vîdeo konferansê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di axaftina xwe da Ghebreyesus destnîşan kir ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê li seranserê dinyayê ber bi 100 milyon kesî va diçe û wiha domand: "Salek berî niha 23 pêketiyên li Çînê jî tev ji RTDê ra kêmî 1500 pêketî hatibûn gotin."

Ghebreyesus ji hemû welatan xwest ku bila di 100 rojên ewil ên salê da hemû xebatkarên tenduristiyê û kal û pîr bên aşîkirin û got ku ji bo zêdebûna hêviyê divê dest bi tevgerê bikin.

Di berdewamiya xeberdana xwe da Ghebreyesus ragihand ku ji bo welatên belengaz heke di temînkirina aşiyê da bi wekhevî kar û xebat neyên kirin ev yek ji bo hemû dinyê tevlî sernekeftineke bêexlaqî di heman demê da wê bibe sedema sernekeftina aboriyê jî.

- "Heke ji welatên belengaz ra aşî neyê temînkirin wê zirar û ziyana welatên dewlemend 4,5 trilyon dolar be"

Ghebreyesus bal kişand ser daxuyaniya Odeya Bazirganiyê ya Dinyayê ku tê da gotibûn heke hikûmet ji bo welatên belengaz aşiya Kovîd-19ê temîn nekin wê bi qasî 9,2 trilyon dolar zirar bigihêje aboriya dinyê.

Lêkolîna Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) kiribû di rojeva Ghebreyesus da cî girt û wî got ku ew lêkolîn nîşan dide ji ber temînnekirina aşiya Kovîd-19ê wê zirar bigihêje hemû dinyayê û wiha domand: "Nijadperestiya aşiyê ji bo demeke kurt dibe ku bi kêrî berjewendiyên siyasî bê lê hemû welat divê ji bo bi heqaniyet bê belavkirin hewl bidin lewra ev yek bi kêrî wan hemûyan wê bê. Niha welatên belengaz li benda aşiyê ne û lê li welatên dewlemend aşîkirin didome. Her ku diçe ferqa di navbera dewlemendên dinyayê û belengazên dinyayê da zêde dibe. Heke ji welatên belengaz ra aşî neyê temînkirin wê zirar û ziyana welatên dewlemend 4,5 trilyon dolar be."

- Ji Profesora Tirk ra spas kir

Ghebreyesus ji Prof. Dr. Şebnem Kalemlî Ozcanê ra spas kir. Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî ji bo tespîtkirina tesîrên Kovîd-19ê yên li ser aboriya dinyê lineyek damezrandibû û Ozcan jî berpirsa wê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE