Ji rêvebiriya Amerîkayê biryara mueyîdeyê

Di daxuyaniya Qesra Spî da hat gotin Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya serokatiyê ya ku rayeyê dide li hemberî hin sazî û mirovên Tirkiyeyê mueyîde bên kirin, îmze kir.

Ji rêvebiriya Amerîkayê biryara mueyîdeyê

Rêvebiriya Amerîkayê di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da operasyona dijî Sûriyeyê hedef girt û daxuyand navê 3 wezîr û 2 wezaretan di lîsteya mueyîdeyê da hatiye nivîsandin.

Di daxuyaniya Qesra Spî da hat gotin Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya serokatiyê ya ku rayeyê dide li hemberî hin sazî û mirovên Tirkiyeyê mueyîde bên kirin, îmze kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin Serok Trump wisa difikire ku mudaxaleya eskerî ya hikûmeta Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê pêximê li kampanyaya têkbirina DEAŞê dixe, sivîlan davêje talûkeyê, îstiqrara aştî û ewlehiyê ya herêmê tehdîd dike û ji bo vê hin gav avêtiye.

Hat gotin Wezareta Xezîneyê û Wezareta Karên Derva wê bi hev ra biryarê bidin ku li hemberî hin rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê yên îstiqrar, aştî û ewlehiya li Sûriyeyê tehdîd dikin mueyîde bên kirin, hewce bike mal û milkên wan ên li Amerîkayê ji wan bên hildan.

Di daxuyaniyê da hat gotin yên rê li ber agirbesta li Sûriyeyê digrin, kesên dixwazin bidildarî herin Sûriyeyê ditirsînin an rê li ber wan digrin, yên dixwazin penaberên Sûriyeyî bi zorê vegerînin, yên piştgiriyê nadin hewldanên çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê an rê li ber vê digrin jî dibe ku ji mueyîdeyan tesîrê bigrin.

Hat gotin ji saziyên aboriyê yên ku ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê va bên diyarkirin ra jî sînordarkirin çêbibe. 

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyanî weşand 

Ji hêla din Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û biryarên mueyîdeyên der barê Tirkiyeyê da yên ji ber "Herekata Kaniya Aştiyê" ya dijî bakurê Sûriyeyê dabûn, parve kir. 

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku operasyona dijî YPG/PKKyê zirar da têkoşîna dijî DEAŞê û îstiqrara herêmê. 

Di daxuyaniyê da hin wezîrên Tirkiyeyê jî hildan lîsteya mueyîdeyan.

Li gor daxuyaniyê navên wezîran ev in: "Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez." 

Ji bilî wezîran Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî hildan lîsteya mueyîdeyan. Li gor daxuyaniyê kes û saziyên navên wan di lîsteyê da ne, nikarin mal û pereyên wan yên li Amerîkayê bişînin ciyek din û ew kes nikarin bi Amerîkayê kar û barên fînansê bikin.

Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo jî der barê mueyîdeyan daxuyaniyeke nivîskî da. Pompeo got ku wan ji bo sekindanina herekata Tirkiyeyê ya dijî bakurê Sûriyeyê ku bê sekinandin biryara mueyîdeyê dan û divê Tirkiye bi Amerîkayê di vê mijarê da mizakereyê bike. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE