Ji sedî 98ê êrîşên kîmyewî bi destê rejimê va hatin kirin

Li gor raporê ji 2011an vir va li Sûriyeyê herî kêm 336 êrîşên kîmyewî hatin kirin û ji sedî 98ê van êrîşan ji aliyê rejima Esed va hatin kirin. 6 êrîşên kîmyewî jî ji aliyê DEAŞê va hatin kirin

Ji sedî 98ê êrîşên kîmyewî bi destê rejimê va hatin kirin

Hat ragihandin, li Sûriyeyê di pêvajoya şerê navxweyî yê ku 8 sal in dewam dike da herî kêm 336 êrîşên kîmyewî hatin kirin û ji sedî 98ê êrîşan bi destê rejima Esed hatin kirin.

Enstîtuya Polîtîkaya Qamûyê ya Kurewî ku navenda wê li Berlîna paytexta Almanyayê ye, bi sernava "Tu dereke ku meriv veşêre tuneye: Li Sûriyeyê Mantiqa Bikaranîna Çeka Kîmyewî" raporek weşand. 

Li gor rapora ku bi pişgiriya fînansal a Wezareta Karên Derva ya Almanyayê hat amadekirin, êrîşên kîmyewî yên ku rejima Esed kirin ji yên ku tên zanîn gelek zêdetir in.

Li gor raporê ji 2011an vir va li Sûriyeyê herî kêm 336 êrîşên kîmyewî hatin kirin û ji sedî 98ê van êrîşan ji aliyê rejima Esed va hatin kirin. 6 êrîşên kîmyewî jî ji aliyê DEAŞê va hatin kirin.

Li Sûriyeyê ji sedî 90ê êrîşên kîmyewî piştî êrîşa ku rejimê di tebaxa sala 2013an da kir û li raya giştî ya dinyayê gelek deng veda û şûnda hatin kirin.

Li Sûriyeyê piştî êrîşa kîmyewî ya 21ê tebaxa 2013an raya giştî ya dinyayê ji ber ku li ser gelê xwe çeka kîmyewî bi kar anî bertekeke mezin nîşanî rejima Esed dabû. Serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama ev êrîş weke "xêzeke sor a ku divê nehata binpêkirin" bi nav kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 10:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE