Ji sed hezarî zêdetir Misilmanan nimêja eydê li Mescida Eqsayê kir

Ji sed hezarî zêdetir Misilmanan nimêja eydê li Mescida Eqsayê kir

Ji sed hezarî zêdetir Misilmanan nimêja Eyda Remezanê li Mescida Eqsayê ya ku li herêma Bajarê Kevin ê Qudsa Rojhilatê ye, kir.

Filistîniyên Qudsa Rojhilatê weke her sal îsal jî seba nimêja eydê berê xwe da Harema Şerîf.

Filistîniyan Mescida Eqsayê ku di rojên dawîn ên meha remezanê da rastî êrîşên polêsê Îsraîlê hat, bi temamî tije kir.Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê hat dayîn, ji 100 hezarî zêdetir kes ji bo ku nimêja eydê bikin, hatin Harema Şerîf.

Piştî nimêja eydê Misilmanên Filistînî seba hemû şehîdan nimêja cinaze ya xiyabî kir.

Piştî nimêja cinazeyê gelek Filistîniyan li qada di navbera mescida Qibleyê û Qubeya Sehrayê da xwepêşandan li dar xist.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE