Ji ser drama mirovahiyê ya li Arakanê salek derbas bû

Ji ser qetlîama ku di 25ê tebaxa 2017an de artêşa Myanmarê bir ser sivîlên li Arakanê salek derbas bû.

Ji ser drama mirovahiyê ya li Arakanê salek derbas bû

Digel ku ji ser qetlîama ku di 25ê tebaxa 2017an de artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî milîtanên çekdar bir ser sivîlên li Arakanê salek derbas bû êşa misilmanên kêmnetewe yên ku ev çendî sal in rastî zilmê tên xilas nabe.


Zilma li ser misilmanên Arakanî di 25ê tebaxê de gihaşt asta herî zêde û digel ku salek ji ser vê zilmê derbas bû gelê Arakanê ya ku hê jî bin şert û mercên dijwar de dijîn li bendê ne ku dinya destê arîkariyê dirêjî wan bike.

Piraniya misilmanên Arakanî yên ku ji salên 1970yî vir ve bi zilm û tehdeya sîstematîk re rû bi rû dimîmin axên xwe terikandin û koçê welatên herêmê kirin.

Misilmanên Arakanî bi qanûna ku sala 1982yan de hat qebûlkirin ji mafên xwe yên welatîbûnê bêpar man û "bêdewlet" tên hesibandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) misilmanên Arakanî wekî "kêmneteweya dînî ya ku eziyetê dibînin" qebûl kiriye û misilmanên Arakanî rastî bûyerên şîdetê, cudahiya qanûnî, aborî û civakî tên.
Kêmneteweya misilman a ku li eyaleta Arakanê ya Maynamarê ya li sînorê Bangladeşê dijîn li welêt heta niha ji aliyê birêvebiriyan ve wekî koçberên ji Bangladeşê hatî tên qebûlkirin û di belgeyên fermî de wekî "Benegalî" tên binavkirin.

Li welatê ku hê jî 135 komên etnîk bi awayekî fermî tên naskirin de Budîstên nijadperest ên radîkal dijî wê yekê derdikevin ku misilmanên Arakanî bi awayekî fermî bên nasandin.

Pevçûnên ku li eyaleta Arakanê di sala 2012an de di navbera Budîst û misilmanan de derketin drama misilmanan nîşanê dinyayê da. Di bûyeran de piranî misilman bi hezaran mirov bi awayekî hovane hatin qetlkirin, bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin.

Misilmanên Arakanî piştî êrîşên ku di cotmeha 2016an de li cihên kontrola polêsan hatin kirin artêşa Myanmarê operasyon dan destpêkirin, di encama operasyonan de misilmanên Arakanî rasî şîdet û ixlalên mafên mirovan hatin. Hedefa sereke ya operasyonan dîsa sivîl bûn.

25ê Tebaxa 2017an jî ji bo misilmanên Arakanî bû qonaxek. Artêşa Myanmarê û nijadperestên Bûdîst êrîşên hemdem ên ser qereqolên sînor ên li Arakanê hincet nîşan dan û vê dîrokê de çalakiyên xwe yên girseyî dan destpêkirin î bi qasî 10 hezarî mirov hatin qetlkirin. Di êrîşên ku guherîn paqijiya etnîk de ji 350yî zêdetir gund bi destê artêş û Bûdîstên fanatîk ve hatin xirakirin, ji 700 hezarî zêdetir Misilmanên Arakanî ji ser herêmên çiyayî, robar an jî behran mecbûr man ku xwe bispêrin Bangladeşê.

Trajediya misilmanên Arakanî yên hewl didan ku derbasî vê welatê bibin di rê de jî dewam kir. Ji ber ku gule barandin ser kelekên ku tê de Arakanî hene piranî zarok dehan mirov xeniqîn.

Misilmanên Arakanî yên ku ji bûyerên şîdetê yên li Myanmarê reviyan û xwe sipartin Bangladeşê li kampên li herêma Cox's Bazarê ya ku ji 25ê tebaxê vir ve lê dimînin hewl didin ku bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe bidomînin û li benda destê arîkariyê ne.

- Qetlîamên li Arakanê wekî "komkujî" hatin qebûlkirin

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û NY şîdeta ser misilmanên Arakanî wekî "paqijiya etnîk" an jî "komkujî" bi nav dikin.

Digel ku NYyê bangî hikûmeta Myanmarê kir ku qetlîam û êrîşên dijî misilmanên Arakanî birawestîne keşîşên Bûdîst û hin mensûbên artêşê guh nedan saziyên navneteweyî û kirinên xwe yên deremşirovahiyê domandin.

- Tirkiye ji roja ewil ve li gel misilmanên Arakanî ye

Tirkiye ji roja ku qeyran derket vir ve hem bi teşebûsên xwe yên cur bi cur hem jî bi arîkariyên ku kir li gel misilmanên Arakanî cî girt û bû hêviya wan a herî mezin.
Di serî de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu rayedarên payebilind ên Tirk ji bo ku drama misilmanên Arakanî ragihînin dinyayê bi gelek serokên dewletan, wezîr û nûnerên rêxistinên navnetweyî re bi telefonê axivîn.

Tirkiyeyê pêşkêşÎ kir ku di gelek civînên navneteweyî de li ser mijara Arakanê bisekinin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta bi wan re Bangladeş ziyaret kirtin u arîkarî belavî misilmanên Arakanî kirin.

Gelek saziyên wekî Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV), Heyva Sor a Tirkan, Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD), Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkan (TÎKA) û Weqfa Arîkariya Mirovahî, Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) ên ku ji roja ewil ve li gel Misilmanên Arakanî cî girtin û derbasî Bangldeşê bûn destê arîkariyê dirêjî misilmanên Arakanî kirin û hê jî arîkariyên xwe didomînin.

Jimara xaniyên bambû yên kuy saziyên arîkariyê ên Tirkan li herêmê ava kirin gihaşt 8 hezar û 800î.

TDV digel arîkariyên mirovî belgefîlmeke bi navê "Di Jiyanê de Bimîne" ya ku qala serpêhatiyên misilmanên Arakanî yên dema ku derbasî Bangladeşê bûn û şert û mercên wan ên dijwar dike amade kir.

 


AA 

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2018, 09:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE