Ji ser Hereketa Kaniya Aştiyê ra 2 sal derbas bû

Tirkiyeyê ji bo ewlehiya sînor û berterefkirina terorîstên li Sûriyeyê di 9ê Cotmeha 2019an da dest bi Hereketa Kaniya Aştiyê kir.

Ji ser Hereketa Kaniya Aştiyê ra 2 sal derbas bû

 Ji ser Hereketa Kaniya Aştiyê ra 2 sal derbas bû û bi saya xebatên Tirkiyeyê yên di qada binesazî, perwerdehî û xizmetên sihetê da kir rewacê reng û rûçikê navçeyên Til Ebyad û Resûleynê xweş guherî.

Tirkiyeyê 2 sal berê li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kiribû û armanc ew bû ku korîdora terorê ya dixwestin li ser sînorê başûr yê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û aştî û aramî li herêmê bi cî bibe.

Tirkiyeyê di çarçoveya xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî da ku xwedî heqê xwe parastinê ye du sal berê di 9ê Cotmeha 2019an da li Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê di serî da li hemberî rêxistinên terorê ku ji bo ewlehiya sînor û Tirkiyeyê talûke bûn, dest bi Herketa Kaniya Aştiyê kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 9ê Cotmeha 2019an da ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞê dest bi Hereketa Kaniya Aştiyê kirin.

Artêşa Tirkiyeyê di dawiya roja ewil a operasyonê da saet di 22.30yî da derbasî axa Til Ebyadê bû ku li rojhilatê Feratê bû.

Di dawiya hereketê da nêzî 4 hezar kîlometre qere qad ku nêzî 600 gom, gund û tax lê hebûn, ji terorê hatin rizgarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE