"Ji ser kuştina Kaşikçi ra 6 meh borî, lê Trump hê tiştek nekiriye"

Nivîskar û CEOyê rojnameya Washington Postê Fred Ryan: "Ji ser kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi ra 6 meh borî, lê Trump hê tiştek nekiriye"

"Ji ser kuştina Kaşikçi ra 6 meh borî, lê Trump hê tiştek nekiriye"

Nivîskar û CEOyê Washington Postê Fred Ryan goterek nivîsî û wiha got: "Ji ser kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi ra 6 meh borî, lê Trump hê tiştek nekiriye."

Fred Ryan di gotara xwe da bangî Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê kir û got ku rêveberiya Amerîkayê êdî divê ji bo eşkerekirina kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi pêngavên ku hewce dike biavêje. Ryan di gotara xwe de rêveberiya Trump rexne kir û wiha nivîsî:

"Nivîskarê Washington Postê Cemal Kaşikçi ev kuştin heq nekiribû. Ji ser vê kuştinê heta niha 6 meh borîn lê rêveberiya Amerîkayê hê tiştek nekiriye. Saziyên îstixbaratê û Kongreya Amerîkayê ji bo ronîkirina kuştina Kaşikçi tişta ku hewce dikir, wan kirin. Lê mixabin rêveberiya Trump ji xwe re çîrokeke din dinivîse. Qesra Spî dijî Erebistana Siûdî rexneyên nerm kirin û cezayên biçûk dan wan. Cezayên giran nedan Erebistana Siûdî. CIAyê der heqê kuştinê da gelek belge derxistin holê. Lê rêveberiya Trump ji bo ku têkiliyên wan bi Prensê Welîehd ê Siûdî Mihemed bîn Selman re xirab nebin, ev belge eşkere nekirin û veşartin."

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE