Ji ser Operasyona Şaxa Zeytunê salek derbas bû

Pirsgirek û daxwazên gelê Efrînê yek bi yek hatin çareserkirin

Ji ser Operasyona Şaxa Zeytunê salek derbas bû

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ji bo ku sînorê xwe ji terorîstên PYD/PKK’ê paqij bikin, di 20ê Çileya 2018an de dest bi Operasyon Şaxa Zeytûnê kir.

Operasyonê 57 rojan ajot. Di 18ê Adara 2018an de navenda Efrînê jî tê de, herêm bi temamî hat bidestxistin.

Ji ser rizgarkirina bajarê Efrînê re tam salek derbas bû. Piştî rizgarkirina Efrînê di warê ternduristî, perwerde, ewlehî û binesaziyê de bi piştgiriya Tirkiyê gelek tişt hatin kirin.

Teqemenî û bombeyên dora bajar û gundan hatin paqijkirin. Piştî vê yekê jî li bajêr aştî û aramîyê dest pê kir. Niha hemû dikan vekirî ne û xelk bi rehetî derdikeve, danûstendinê dike.

Hemû cihên ku hatibûn xirakirin bi piştgiriya Tirkiyê yek bi yek hatin avakirin.

Ewilî dibistanên bajêr hatin restorekirin û bi piştgirtiya Wezareta Perwerdeya Tirkiyê mamoste hatin wezîfedarkirin.

Niha li tevahiya Efrînê 248 dibistan vekirî nê. 43 hezar xwendekar perwerdeyê dibinin. Wezareta Tendurîstiya Tirkiyê nexweşxaneyên Efrînê yek bi yek verast kirin.

Li nexweşxaneyên Efrînê her roj nêzî hezar nexweş belaş tên dermankirin. Li nexweşxneyê doktor û hemşîreyên Sûriyê dixebitin.

Dema ku dibêjin Efrîn zeytûn û fêkî tên bîra însanan. Li bajêr nêzî 14 milyon darên zeytûnan hene.

Li Efrînê 5 febrîqeyên sabûnê û 25 jî yên zeytûnan hene. Zeytûnên Efrînê niha ji ser Tirkiyê re îxracî gelek welatan dibin.

Ji aliyê din ve li gelek cihan meclis hatin avakirin û hemû meclis xebatên xwe didomînin. Li meclise nêzî 12 hezar nasname hatin çêkirin. Ji bo wesaîdên jî plaka tên hazirkirin.

Li bajêr dadger û dozger jî hatin wezîfedarkirin. Her wiha li bajarê Efrînê 2 hezar polis hatine wezîfedarkirin.

Ew jî li nav bajêr xebatên xwe didomînin. Ji aliyê din ji bo binesaziya bajêr jî bênavber xebat dewam dikin. (08.sonrasi Yol çalişma gêrûntûlerî)

Rê tên asfaltkirin û ji bo xeta ceyranê xebat tên kirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE