Ji ser şerê Rûsya-Ukraynayê ra mehek derbas bû

Ji ser şerê Rûsya-Ukraynayê ra mehek derbas bû

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir, Ukraynayê tu wextî ewlehiya Federasyona Rûsyayê tehdîd nekir û bangî raya giştî ya dinyayê kir ku şer bidin sekinandin.

Zelenskiy di roja 30em a şerê ku Rûsyayê dijî Ukraynayê da destpêkirin da li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyek parve kir û tê da bangî welatê xwe kir. Zelenskiy daxuyand ku ji ser roja ewil a şer ra mehek derbas bû.

Zelenskiy wiha got, "Ukraynayê tu wextî ewlehiya Federasyona Rûsyayê tehdîd nekir. Niha jî em ne ji bo axa we, ji bo ku em ji gelê ser axa me ra aştiyê bînin, em her tiştî dikin."

Zelenskiy bal kişand ku Rûsyayê tenê li dijî Ukraynayê şer neda destpêkirin û wiha dewam kir:

"Ev şerekî berfirehtir e. Rûsya bi vî hawî li dijî azadiyê şerek da destpêkirin. Axa Ukraynayê tenê ji bo Rûsyayê destpêkek e. Rûsya dixwaze azadiya hemû merivên Ewropa û dinyayê ji destê wan hilde, dixwaze nîşan bide ku tenê hêza wehşî girîng e, meriv ne girîng in."

- "Divê em hemû Rûsyayê bidin sekinandin, divê dinya şer bide sekinandin"

Zelenskiy bangî raya giştî ya dinyayê kir û wiha got, "Divê em hemû Rûsyayê bidin sekinandin, divê dinya şer bide sekinandin. Kê seba piştgiriya Ukraynayê dixebite ez minetdarê wan im. Li dijî sivîlan teror dewam dike. Bû mehek. Ev pir dirêj e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE