Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 24 hezar û 200 esker, 194 balafir, 155 helîkopter û 1062 tank ji dest dan.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-3yê Gulanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 400 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 24 hezar û 200 esker hatin kuştin û her wiha 194 balafir, 155 helîkopter, 1062 tank, 2 hezar û 567 wesayîtên zirxî, 475 top, 162 pergalên roketavêj û 80 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.
Hêzên Rûs her wiha 1883 wesayît, 10 keştî û belemên beza yên sivik û 291 drone jî ji dest dan.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA