Ji Sererkaniya Ukraynayê daxuyaniya li ser ziyanên artêşa Rûs

Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-27ê Nîsanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 300 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.

Ji Sererkaniya Ukraynayê daxuyaniya li ser ziyanên artêşa Rûs

Hat ragihandin, artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 22 hezar û 400 esker, 185 balafir, 155 helîkopter û 939 tank ji dest dan.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Rûs a di navbera 24ê Sibatê-27ê Nîsanê da daxuyanî da û her wiha ragihand ku di 24 saetên dawîn da 300 eskerên din ên artêşa Rûs hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Rûs a ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 22 hezar û 400 esker hatin kuştin û her wiha 185 balafir, 155 helîkopter, 939 tank, 2 hezar û 342 wesayîtên zirxî, 421 top, 149 pergalên roketavêj û 71 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin.

Hêzên Rûs her wiha 1666 wesayît, 8 keştî û belemên beza yên sivik, 76 wesayîtên sotemeniyê û 207 drone jî ji dest dan.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE