Ji Serkonsolosiya Hewlêrê ya Tirkiyeyê peyama Helebceyê

Ji Serkonsolosiya Hewlêrê ya Tirkiyeyê peyama Helebceyê

Serkonsolosiya Hewlêrê ya Tirkiyeyê ji ber 34emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê peyamek weşand.

Li ser hesabê Twitterê yê Serkonsolosiyê hat daxuyandin di 16ê Adara 1988an da li Helebçeyê êrîşeke kîmyewî hat kirin ku ev wek lekeyeke reş di dîrokê û wîcdanan da cihê xwe digire.

Bal hat kişandin ku rejima Baasê li Helebçeyê bi hezaran sivîl qir kir û wiha hat gotin: "Tirkiyeyê deriyên xwe ji birayên xwe yên Kurd ên ji vê êrîşa hovane reviyan û xwe spartin axa xwe ra vekirîbû. Em vê êşa mezin îro jî bi xemgînî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li wan kesên di 34emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê da mirine be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE