Ji Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê ji bo êrîşa PKKyê ya dijî Pêşmergeyan daxuyanî

Ji Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê ji bo êrîşa PKKyê ya dijî Pêşmergeyan daxuyanî

Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê der barê êrîşa PKKya rêxistina terorê li Dihokê bir ser hêzên Pêşmergeyan da daxuyanî da.

Di daxuyaniya li ser hesabê Twitterê yê Serkonsolosxaneyê da wiha hat gotin: "Me bihîst ku di êrîşa PKKya rêxistina terorê ya îro da 5 Pêşmerge hatin kuştin û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn û em gelekî li ber xwe ketin."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "PKKya rêxistina terorê hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo Iraqê hem jî ji bo Herêma Kurdistanê dijminê hevpar e. Di têkoşîna dijî vê tehdîda hevpar da ji bo gavên tên avêtin em li cem meqamên HKIyê ne."

Wezareta Pêşmergeyan a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di daxuyaniyê da diyar kiribû ku PKKyê li Amêdiya navçeya Dihokê dafik danî pêşiya hêzên Pêşmergeyan.

Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku di êrîşê da 5 Pêşmerge hatin kuştin û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE