Ji Serokê Amerîkayê Bîden peyama Newrozê

Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku dinya ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji heyameke dijwar derbas dibe lêbelê rojên xweş nêz in û Newroz pîroz kir.

Bîden der barê Newroza ku wekî mizgîniya biharê tê qebûlkirin da daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji Îranê heta Asyaya Navîn, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê her kes Newrozê pîroz dike.

Bîden da zanîn ku ji ber Kovîd-19ê hemû mirovahî ji heyameke dijwar derbas dibe û pîrozbahî jî bi awayekî onlîne têne kirin û got ku "Em divê bi bîr bînin ku piştî hemû êş û mirinên me rojên xweştir li pêşiya me ne. Em hemû bi hev ra divê ji bo dahatûyeke bi aştî, gumrahî û ferasetê tijî bixebitin."

Ji hêla din va Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken jî peyameke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE