Ji Serokê Amerîkayê Trump ji bona Îranê peyama mizakereyê

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir Îran tu wextî di şerekî da bi ser neketiye, lê di tu mizakereyê da jî têk neçûye.

Ji Serokê Amerîkayê Trump ji bona Îranê peyama mizakereyê

 Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di êrîşa esmanî ya Amerîkayê da hat kuştin cara ewil daxuyanî da.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir Îran tu wextî di şerekî da bi ser neketiye, lê di tu mizakereyê da jî têk neçûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi parvekirina xwe peyama mizakereyê da Îranê.

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) destnîşan kiribû li texma Balafirgeha Bexdayê di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis kuştine.

Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê dînî yê Îranê destnîşan kiribû ku wê tola êrîşa Amerîkayê hildin. Xameneyê li Îranê ji bona 3 rojan şîna neteweyî îlan kir ragihand ku wê bersiveke tund bidin hêzên Amerîkayê. AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE