Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir.
Barzanî di peyama xwe ya ku bi boneya Cejna Newrozê weşand de got, "Hêvîdarim Cejna Newrozê bibe sedema xêr û xweşiyê, aramî û hizûra hemî aliyan, aşitî û birayetiyê bi ser welatê û herêma me de bîne."
Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Barzanî anî ziman ku bi boneya hatina Cejna Newrozê û serê sala 2722ya Kurdî germtirîn pîrozbahiyê li hemî gelê herêmê û derveyî herêmê dike û herwiha hêviya xweşî û bexteweriyê ji hemî aliyan re xwest.AA