Ji Serokê Şaxa HKIyê yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê piştgiriya Ayasofyayê

"Yên ku Tirkiyeyê rexne dikin bila pêşî li kesên ku mizgeftan diguherînin bar û gettoyan binêrin"

Ji Serokê Şaxa HKIyê yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê piştgiriya Ayasofyayê

Ehmed Pencivîniyê Serokê Şaxa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê diyar kir ku rexneyên ku ji ber "Ji îbdadetê ra vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê" dijî Tirkiyeyê tên kirin neheq in û got ku "Yên ku Tirkiyeyê rexne dikin bila pêşî li kesên ku mizgeftan diguherînin bar û gettoyan binêrin."

Ji alimên îslamê Pencivîniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê ji îbadetê ra vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê, di 24ê tîrmehê da jî kirina nimêja ewil a înê û bertekên hin welatan yên pişt ra da nirxandin kirin.

Pencivînî diyar kir ku Ayasofya piştî çendî salan ji nû va ji îbadetê ra hat vekirin û ev mijar Tirkiyeyê eleqedar dike û bertek neheq in û ev got " Ev rewş îradeya gel û hikûmeta Tirk e. Ji bilî Tirkiyeyê mafê tu kesî tune ku bertek nîşan bide."

Pencivînî got ku "Yên girêdayî Ehlê Beytê ne, helbet dê kêfxweş bibin ku mizgefteke ku bi zehmeteke mezin z fethê hat bidestxistin û teqdîmê Xwedê kirin dîsa ji îbadetê ra bê vekirin. Yên ku berê xwe dide Moskova û Washîngotnê jî helbet dê ji vê aciz bibe."

Pencivînî diyar kir ku mafê Roma, Atîna û Papa tune ku ji bo ji îbadetê ra vekirina Ayasofyayê bertek nîşan bide û wiha axivî: "Li gelek welatan bi sedan mizgeft xira kirin û guherandin meskenên din. Yên ku Tirkiyeyê rexne dikin bila pêşî li kesên ku mizgeftan diguherînin bar û gettoyan binêrin."

Pencivîniyê alimê dînê yê Kurd behsa bi sedan mizgeftên li dinyayê bi taybetî yên li welatên Ewropayê statuya wan guherî kir û ev gotin: "Li Macaristan, Bulxaristan, Qibrîs, Yewnanistan, Îtalya, Sirbistan, Bosnayê bi hezaran mizgeftên me hat dagirkirin û wan guherandin baran. Digel vê li Iraqê ji ber şerê mezheban bi sedan mizgeftên me xira bûn. Heke hezkiriyekî demokrasî û edaletê hebe divê ji bo tiştên min jimartin hêrs nebe."

Pencivînî bal kişand li ser daxuyaniyeke Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a der barê Ayasofyayê da û wiha axivî: "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar dike ku ev der yê herkesê ye. Mekanê pîroz ji bo tu kesî nehatiye qedexekirin. Li gor belgeyan jî Fatîh Siltan Mehmed bi pereyê xwe ev der kirî û weqif kir."

Pencivînî got ku "Heke misilmanekî ku ji vekirina mizgeftan kêfxweş nebe hebe divê ji misilmaniya xwe bikeve şikê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE