Ji Serokê Amerîkayê Trump daxuyaniya Sûriyeyê

"Ez dixwazim artêşa me û welatên din ên ku alikariya me dikin bila pêşva herin."

Ji Serokê Amerîkayê Trump daxuyaniya Sûriyeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê alîkariya 230 milyon dolarî ya ku Amerîkayê ji Sûriyeyê re dikir de daxuyaniyek weşand.

Trump got êdî Amerîka wê alîkariyê nede Sûriyeyê, bila Erebistana Siûdî û welatên Rojhilata Navîn ên dewlemend alîkariya Sûriyeyê bikin.

Trump di daxuyaniya xwe de wiha got: "Amerîkayê dev ji alîkariya pêşvaçûnê ya 230 milyon dolarî ya ku belasebeb dida Sûriyeyê da sekinandin. Şûna Amerîkayê Erebistana Siûdî û welatên Rojhilata Navîn ên dewlemend wê pereyan bidin. Ez dixwazim artêşa me û welatên din ên ku alikariya me dikin bila pêşva herin."

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Heather Nauert, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo bi kordînasyona Qesra Spî biryarek dabûn. Li gor vê biryarê li Sûriyeyê herêmên ku ji destê DEAŞê hatine xilaskirin ji bo ku ji nû ve bên avakirin û pêşva herin alîkariyeke 230 milyon dolarî wê bihata kirin

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2018, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE