Ji Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî bersiva ji bo Trump

Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî got "Em qebûl nakin ku tu welatek axên me ji bo êrîşkirina ser welatên din bi kar bîne."

Ji Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî bersiva ji bo Trump

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir qabûl nakin ku tu welatek axên wan ji bo ku êrîşî ser welatên din bike bi kar bîne û ji Donald Trumpê Serokê Amerîkayê xwest ku daxuyaniya xwe ya di vê mijarê de paş ve bikişîne.

Ebdulmehdî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û hember gotinên Trumpê Serokê Amerîkayê got "Em qebûl nakin ku tu welatek axên me ji bo êrîşkirina ser welatên din bi kar bîne." û ji Trumpê Serokê Amerîkayê xwest ku daxuyaniya xwe ya di vê mijarê de paş ve bikişîne.

Ebdulmehdî parast ku li Iraqê baregeha eskerî ya Amerîkayê tune û da zanîn ku ji bo perwerdeya eskerê Iraqî tenê misteşarên Amerîkayî hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê di têlevîzyona CBSyê ya Amerîkayê de daxuyanî dabûn û diyar kiribû ku Amerîkayê ji bo Baregeha Eynu'l Eseda li Iraqê gelekî pere xerc kirin û gotibû ku "Sedema hiştina baregeha li Iraqê ew e ez dixwazim ku Îranê hinekî bişopînim, ji ber ku Îran pirsgirêkeke rastîn e."

- Li Iraqê hebûna eskerî ya Amerîkayê

Amerîkayê li Iraqa ku sala 2003yan de dagir kiribû bi qasî 166 hezar eskerî ve heta kanûna pêşîn a 2011an mabû lê piştî vê demê bi telîmata Barack Obamayê Serokê berê hemû eskerên xwe ji Iraqê vekişiyabû.

Lê belê piştî ku di 10ê Hezîrana 2014an de DEAŞ derket holê li ser banga Nurî el-Malikiyê Serokwezîrê Iraqê yê heyamê Amerîkayê dîsa eskerên xwe şandibûn Iraqê.

Li gor daneyên dawîn ên ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê weşandin di çarçoveya peymana eskerî ya ku di navbera herdu welatan de di sala 2014an de hat îmzekirin li Iraqê nêzî 5 hezarî eskerên Amerîkayê hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE