Ji Serokwezîrê Yunanistanê Mîçotakîs peyama diyaloga bi Türkiyeyê ra

Ji Serokwezîrê Yunanistanê Mîçotakîs peyama diyaloga bi Türkiyeyê ra: "Heger Türkiye gavên berbiçav biavêje em amade ne ku demildest dest bi hevdîtinên îstîkşafî bikin"

Ji Serokwezîrê Yunanistanê Mîçotakîs peyama diyaloga bi Türkiyeyê ra

Serokwezîrê Yunanistanê Kîryakos Mîçotakîs ragihand ku heger Türkiye gavên berbiçav biavêje, ew amade ne ku ji bo diyarkirina qadên rayeyê yên deryayî, demildest dest bi hevdîtinên îstîkşafî bikin.

Mîçatakîs piştî civîna çapemeniyê ya hevbeş a digel Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, axivî.

Mîçotakîs bal kişand ser girîngiya Behra Spî ya ji bo ewlekariya Ewropayê û îdia kir ku welatê wî di vê çarçoveyê da ji bo diyalogê amade ye.

Mîçotakîs bal kişand ku ew ji bo hemû Behra Spî di serdemeke hesas da ne û wiha îdia kir, "Di krîza me û Türkiyeyê da ne bi tenê Yunanistan, berjewendiyên jeopolîtîk û stratejîk ên YEyê jî di bin tehdîdê da ne."

Mîçotakîs qala mijara bi rêya dîplomasiyê va çareserkirina kêşeyên digel Enqereyê kir û wiha got, "Heger Türkiye gavên berbiçav biavêje em amade ne ku (ji bo diyarkirina qadên rayeyê yên deryayî) demildest dest bi hevdîtinên îstîkşafî bikin."

- Zîrweya Serokên YEyê

Michel jî di axaftina xwe da diyar kir ku di Zîrweya Serokên YEyê ku dê 24-25ê îlonê bi rê va biçe da rewşa li Behra Spî ya Rojhilat û peywendiyên YE-Türkiyeyê dê bên gotûbêjkirin û her wiha îdia kir ku divê rêz li serweriya welatên YEyê were girtin.

Michel her wiha got ku di mijara Behra Spî ya Rojhilat da ew hevkarê Yunanistan û rêveberiya Qibrîsa Rûm in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE