Ji Îsraîlê dijî Xazeyê dorpêça behrê ya berfireh

Artêşa Îsraîlê avêtina pifikên bi xaza helyumê hatine pifdan hincet nîşan da û biryar da ku li ser Xeta Xazeyê dorpêça behrê ya berfireh bike.

Ji Îsraîlê dijî Xazeyê dorpêça behrê ya berfireh

Artêşa Îsraîlê avêtina pifikên bi xaza helyumê hatine pifdan hincet nîşan da û biryar da ku li ser Xeta Xazeyê dorpêça behrê ya berfireh bike.

Di daxuyaniya artêşê ya ku di rojnameya Yedîoth Ahronothê hat weşandin da hat gotin ku dorpêça berfireh a navborî heta emreke duyemîn dê di meriyetê da bimîne.

Birêvebiriya Îsraîlê herî dawî roja sêşemê li Xeta Xazeyê ya dorpêçkirî mesafeya girtina masiyan ji 10 mîlê behrê daxitibû 6 mîlan.

Li Xazeyê dora 4 hezarî mirov masîgiriyê dikin û debara 50 hezar kesî dikin.

Li gor Peymana Osloyê ya ku di navbera Rêxistina Rizgariyê ya Filîstînê û Îsraîlê da di sala 1993yan da hat îmzekirin mafê Filîstîniyan heye bêyî ku rastî tu midaxaleyên Îsraîlê bên ji Xeta Xazeyê heta 20 mîlî bi serbestê tevbigerin lêbelê birêvebiriya Îsraîlê vê mafê masîgirên Filîstîniyan asteng dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Hezîran 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE