Ji Îsraîlê li dijî Xezeyê êrîşa asîmanî

Firokeyên şer ên Îsraîlê li nêzîkî sînorê rojhilatê yê Xezeyê du êrîşên asîmanî kirin

Ji Îsraîlê li dijî Xezeyê êrîşa asîmanî

Firokeyên şer ên Îsraîlê li nêzîkî sînorê rojhilatê yê Xezeyê du êrîşên asîmanî kirin.

Firokeyên şer ên Îsraîlê li rojhilatê bajarê Refahê li dijî herêma ku xwepêşandanên Meşa Vegera Mezin tên kirin, du êrîşên asîmanî kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku li Xezeyê ye, der heqê wê yekê da agahî neda ka ji ber êrîşê kuştî an jî birîndar hene an na.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da jî hat diyarkirin ku wan li rojhilatê Refahê du xalên çavdêriyê yên Hemasê kirin armanc.

Firokeyên şer ên Îsraîlê duh jî li dijî rojhilatê Kampa Penaberan Bûreycê ya li Xezeyê êrîşa asîmanî kiribûn û di encamê da 3 Filistînî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE