Li Dêrazorê bajarê Sûriyeyê ya ku di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê de ya miameleya rêxistinê hat protestokirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, Erebên ku li gund û navçeyên Dêrazorê dijîn ev qasî hefteyeke ji ber bêrêtî û îxlalên mafên mirovî yên ku ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmê tên kirin protesto dikin.
Çalakvan bi pankartên ku li ser "Em dizan naxwazin, em fermandarên bişeref dixwazin", "Diz bila ji vir biçin" û "Hûn jî wê rojekê şibiya dînozoran ji holê bên rakirin" hatine nivîsandin meşiyan û rêxistina terorê protesto kirin.
Çalakvanan dixwazin pereyê petrolê bi wan re jî were parvekirin. Hin çalakvan jî ji bo ku Artêşa Azad a Sûriyeyî bê herêmê wan bangê AASyê kir.
YPG/PKKya rêxistina terorê di sala 2017an da bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilatê Çemê Feratê herêmên li rojhilat, rojava û bakurê Dêrazorê dagir kiribû.
AA