Ji Til Ebyadiyan bo Tirkiyeyê "sipasiya dibistanê"

Zarokê Sûriyeyî: "Dibistana me ji berê jî çêtir bû, înşelah dinya jî dê bibe dinyayeke ji ya berê çêtir"

Ji Til Ebyadiyan bo Tirkiyeyê "sipasiya dibistanê"

Li Til Ebyadê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat paqijkirin, gel sipasiya Tirkiyeyê kir ku dibistana ku terorîstan zirar dabûyê temîr kir.

Di vîdeoya ku li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî ya Twitterê hat parvekirin da cih dan nêrînên gelê Til Ebyadî yên li ser bi destê Tirkiyeyê temîrkirina dibistanên ku terorîstan zirar dabûyê.

Zarokekî Til Ebyadî ku bi xêra Tirkiyeyê cardin derfet çêbû ku biçe dibistanê, di vîdeoyê da wiha got, "Dibistana me ji berê jî çêtir bû, înşelah dinya jî dê bibe dinyayeke ji ya berê çêtir. Em ji ber alîkariyên wê sipasiya dewleta Tirk dikin."

Jineke ku cih dan nêrînên wê jî wiha got, "Em sipasiya Recep Tayyîp Erdogan dikin. Alîkariya ku ji dêst hat ji bo me kir."

Til Ebyadiyê din jî wiha got, "Em bi xêra serê eskerê Tirk aram in. Zemanê PYDyê dibistan tunebû. Em sipasiya dewlet û eskerê Tirk dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE