Du balafirên Tirkiyeyê yên ji bo kesên di erdhej û tsunamiya Endonezyayê da zirar dîtine alîkarî dibirin, gihîştin Paluyê.
Du balafirên kargoyê yên ku tîpa wan C-130 ye yên Hêzên Esmanî ya Tirkiyeyê bi saeta Tirkiyeyê di saet 12.35an da gihîştin Balafirgeha Mutîara SIS Al-Jufrîeyê.
Di balafiran da hezar tulumên xewê, 250 kon hebûn. Dema balafir gihîştin bajarê Paluyê rayedaran ev alav li wesayîtan bar kirin ku bibin welatiyan belav bikin.
3 xebatkarên Hîva Sor a Tirkiyeyê û 2 xebatkarên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) jî hatin herêmê. Bi xebatkarên ku berê hatibûn herêmê jî di nav da 9 xebatkarên ji Tirkiyeyê wê van alavan belav bikin.