Ji Tirkmenan bo Kerkûkê dawaza waliyekî Tirkmen

Tirkmen dixwazin Serokwezîrê Iraqê li Kerkûkê waliyekî Tirkmen wezîfedar bike...

Ji Tirkmenan bo Kerkûkê dawaza waliyekî Tirkmen

Siyasetmedarên Tirkmen ên li Kerkûka bajarê Iraqê dijîn bangî Serokwezîr Mistefa el Kazimî kirin û gotin bila ew waliyekî Tirkmen li bajêr wezîfedar bike.

Endamê Lijneya Rêvebirina Oartita Turkmeneliyê Tîmur Beyatli ji çapemeniyê ra wiha daxuyand: "Em dixwazin Serokwezîr Mistefa el Kazimî li Kerkûkê waliyekî Tirkmen wezîfedar bike."

Beyatli got li Kerkûkê berê waliyên Kurd û Ereb wezîfe kirine û heta hilbijartinên herêmî vê carê jî divê waliyekî Tirkmen bê wezîfedarkirin.

Beyatli anî ziman ji bo ku ev daxwaz pêk bê barekî mezin dikeve li ser parlamenterên Tirkmen ên li Meclisa Iraqê.

Tîmur Beyatli destnîşan kir Tirkmenên ku rêzê nîşanî yekîtiya axa Iraqê didin û her karên xwe yên dewletê baş dikin wê vê wezîfeyê jî baş bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE