Ji Trump bo YPG/PKKê banga vekişînê

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "(YPG/PKK) Ez hêvî dikim ku vekişin. Dema balafira we tunebe têkbirina hêzeke xwedî balafirê zehmet e."

Ji Trump bo YPG/PKKê banga vekişînê

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina xwedî wê fikrê ye ku ji ser sînorê Tirkiyeyê vekişe.

Trump li Washîngtonê bi dengdêran ra hat bal hev û biryara vekişîna eskerên Amerîkayê yên ji hêrema Herekata Kaniya Aştiyê nirxand.

Serokê Amerîkayê Trump destnîşan kir ku ew sala par "di nevbera Iraq û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê da" ma û niha jî "di navbera Tirkiye û YPG/PKKê da" maye.

Trump ragihand ku ji bo paşvekişînê Kurd niha erênî difikirin û wiha dewam kir: "Kurd (YPG/PKK) xwedî wê fikrê ne ku ji ser sînorê Tirkiyeyê bi qasî 22 mîlî yanî ji qada 30 kîlomtreyî vekişin û ev jî tiştekî baş e."

Ji bo paşvekişandina eskerên Amerîkayê jî Trump got: "Em hêj nikarin sînorên xwe baş biparêzin û em nikarin 50 salên din jî eskerên xwe li ser sînorê Tirkiye Sûriyeyê bihêlin."

Trump destnîşan kir ku heke wî biryareke din jî bida wê bi her awayî ji bo çapemeniyê dîsa bibûya hedef û wiha pê da çû: "Heke min biryareke din bida, min bigota em ê bimînin, şer bikin û Tirkiyeyê têk bibin wê dîsa qet li biryara min mêze nekirina û dîsa jî rika wan ê ji min bihata."

Di mijara nirxandina vekişîna YPG/PKKê da jî Trump got: "Ez hêvî dikim ku vekişin. Dema balafira we tunebe têkbirina hêzeke xwedî balafirê, zehmete." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE