Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bangî welatên Ewropayê kir ku bira girtiyên DEAŞî yên welatiyên xwe paşda hildin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Amerîka mehkûmên DEAŞî yên herî xirab di destê xwe digre. Tirkiye û Kurd (YPG/PKK) dibê destûrê nedin ku birevin."
Serokê Amerîkayê di peyama xwe da banga xwe ya ji bo welatên Ewropayê dubare kir.
Trump wiha pê da çû: "Dema ku hat xwestin dibê Ewropayê (DEAŞî) paşda hildana. Dibê nika vê bike. Em ê destûrê nedin ku werin Amerîkayê û têkevin welêt."
AA