Ji Trump daxuyaniya "mueyîdeyên ser Erebistana Siûdî"

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got Kongreya Amerîkayê jî ew ê tevlî biryarên Amerîkayê yên li ser bûyera Cemal Kaşikçî bibe û dibe ku mueyîdeyan bînin serê Erebistana Siûdî.

Ji Trump daxuyaniya "mueyîdeyên ser Erebistana Siûdî"

 Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got Kongreya Amerîkayê jî ew ê tevlî biryarên Amerîkayê yên li ser bûyera Cemal Kaşikçî bibe û dibe ku mueyîdeyan bînin serê Erebistana Siûdî.

Trumpê ku li Arîzonayê kampanyaya hilbijartinê didomîne pirsên rojnamevanan ên li ser bûyera Kaşikçiyê ronamevanê Siûdî bersivand.

Trump bersiv da pirseke li ser aqubeta Kaşikçî û got hê zû ye ku meriv li ser encamên piştî "kuştina Kaşikçî" derkevin holê tiştekî bêje û Amerîka û hin welatên din li ser vê mijarê lêkolînê dikin.

Trump got hetanî roja duşemê dikarin gelek tiştên der barê Kaşikçî da hîn bibin, di biryarên Amerîka li ser bûyera Kaşikçî bide da Kongreyê jî daxil bibe.

Ji Trump pirsîn ku "Gelo di nav tevdîrên li dijî Erebistana Siûdî da mueyîde hene an tunun" li servê got "Dibe ku hebin" deriyê mueyîdeyan vekirî hîşt.

Bûyera Kaşikçî 

Kaşikçiyê ku tevkarî dida El Watana ji bo reformîstên Erebistana Siûdî platformeke girîng e û di rojnameya Washîngton Postê da li ser Rojhilata Navîn dinivîsî di 2yê cotmehê da ji bo karûbarên fermî çûbû Konsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û paşê jê xeber nehatibû hildan. 

Di nirxandinên çavkaniyên ewlekariyê da tê teyîdkirin ku Kaşikçî piştî ketiye Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî careke din ji hundir derneketiye, çavkaniyan tesbît kirin ku di heman saetan da 15 kesên welatiyên Erebistana Siûdî yên di nav wan da rayedar jî hene bi 2 teyareyan hatin Tirkiyeyê jî li avahiya serkonsolosxaneyê bûne û paşê vegeriyane welatê xwe.

Piştî ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevan di Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî da winda bû bertekên li dijî bûyerê dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 11:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE