Ji Trump daxuyaniya "pêvajoyeke derbasbûnê ya bi rêk û pêk wê çêbibe"

Ji Trump daxuyaniya "pêvajoyeke derbasbûnê ya bi rêk û pêk wê çêbibe"

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî dengdayîna li Kongreyê daxuyanî da û li ser dewr û teslîma serokatiyê wiha got, "Pêvajoyeke derbasbûnê ya bi rêk û pêk wê çêbibe."

Li Amerîkayê di 3yê mijdarê da hilbijartina serokatiyê hat kirin û ji bo jimartina dengê Lijneya Hilbijêran di Kongreyê da rûniştin hat kirin. Piştî ku encamên hilbijartinê bi awayekî fermî tescîl bûn ku Joe Biden bû serok, Trump daxuyanî da.

Trump her çend dijî encamên hilbijartina serokatiyê be jî diyar kir ku di 20ê rêbendanê da dewr û teslîmkirina wezîfeya serokatiyê pêvajoyeke rêk û pêk wê çêbibe û wiha dewam kir, "Her çend ev yek dawiya serdema ewil a mezin a dîroka serokatiyê be jî, tenê destpêka têkoşîna me ya 'Ji nû va Newazekirina Amerîkayê' ye!"

Piştî ku alîgirên Trump avêt ser avahiya Kongreya Amerîkayê, Kongre cardin kom bû û jimartina dengên delegeyan doman û bi awayekî fermî pesend kir ku Biden hilbijartina serokatiyê qezenc kir.

Li Amerîkayê di 3yê mijdarê da hilbijartina serokatiyê hat kirin û ji bo jimartina dengê Lijneya Hilbijêran di Kongreyê da rûniştin hat kirin. 306 dengên ku Joe Bidenê Demokrat di hilibjartinê da hildan, li ser hat tescîlkirin.

Bi vî hawî Joe Biden bi awayê fermî bû Serokê nû yê Amerîkayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE