Ji Trump daxuyaniya Sûriyeyê

Trump di civîna kabîneyê de der barê biryara paşvekişîna ji Sûriyeyê de nirxandin kirin.

Ji Trump daxuyaniya Sûriyeyê

Serokê Amerîkayê Donadl Trump diyar kir aciz in ku YPG/PKKya rêxistina neftê terorê difroşe Îranê û got ku "Me ji wan xwest ku nefroşin."

Trump di civîna kabîneyê de der barê biryara paşvekişîna ji Sûriyeyê de nirxandin kirin.

Trump bersiv da îdiaya rojnameya New York Tîmesê ya Amerîkayê ya wekî telîmat daye Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku di nav 4 mehan de ji Sûriyeyê paş vekişin û got ku "Min der barê peşvekişînê de tiştekî wekî hêdî yan jî lez negot. Hin kes dibêjin min gotiye ku 4 meh min ev jî negot. Em ê di demeke diyar de ji Sûriyeyê vekêşin."

Trump der barê piştgiriya ku Amerîka dide YPG/PKKya rêxistina terorê de wiha axivî: 

"Tirkiye ji wan hez nake,  kesên din ji wan hez dike. Xweşê min neçû ku ew nefta piçekî ya di destê xwe de difroşin Îranê. Me ji wan xwest ku nefroşin. Kurdên hevkarê me neftê difroşin Îranê. Em ji vê memnûn nînin. Ez ji vê qet kêfxweş nînim. Di heman demê de dema em bi wan re ne jî gelekî baş şer dikin. Hûn dizanin dema ku me ji wan re 30 F-18 şandin li gor dema ku me neşand baştir şer kirin û me dît ku çi bû. Dîsa jî em dixwazin ku Kurdan biparêzin lê ez naxwazim ku heta hetayê li Sûriyeyê bimînim. Ew der qum û mirin e."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE