Ji Trump derbarê Cemal Kaşikçi daxuyanî

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku rojnamevan Cemal Kaşikçi bi serokekî Siûdî yê payebilind re hevdîtin kiriye û got ku "Ev rewşeke gelekî xirab e."

Ji Trump derbarê Cemal Kaşikçi daxuyanî

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê aqubeta Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de wekî "Ev rewş li Qesra Spî ji bo me mijarekî gelekî girîng e. Em ê heta dawiyê biçin."

Trump li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da û der barê rojnamevan Cemal Kaşikçiyê ku piştî ket Serqonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî jê êdî xeber nehat sitandin de nirxandin kirin.

Trump got ku bi rayedarekî payebilind ê ji Erebistana Siûdî re der heqê Kaşikçi de axivî. Trump nav neda ka ji Erebistana Siûdî der heqê Kaşikçi de bi kî re axivî ye û got ku "Ev rewşeke wisa ye ku mirov gelekî xemgîn dike, rewşekî gelekî xirab e. Em nikarin destûr bidin ku tişteke wiha bê serê rojnamevanekî yn jî kesekî din."

- "Em ê heta dawiyê biçin"

Ev rewş li Qesra Spî ji bo me mijarekî gelekî girîng e. Em ê heta dawiyê biçin" û destnîşan kir ku der barê mijarê de bi Tirkiyeyê re ji nêz ve dixebitin.

Trump her wiha qal kir ku bi dergistiya Kaşikçi re jî hevdîtin kir û diyar kir ku wê vexwendin Qesra Spî.

Trump got ku "Em ê bibînin ka kî kiriye. Bi qasî ku me fehm kiriye ew ketiye qonsolosxaneyê lê jê derneketiye."

Nivîskarê Washîngton Postê Cemal Kaşikçi piştgiriyên mezin dan rojnameya Al Wetenê ya ku ji bo reformîstên Siûdî platformeke girîng e û yek ji rojnamevanên herî çalak tê zanîn di 2yê cotmehê de bi dergistiya xwe re çûbû Serqonsolosxaneya Erebistana Siûdî û êdî xeber jê nehatibû sitandin.

Dergistiya wî Hatîce Cengîz qal kiribû ku bi Kaşikçi re di 28ê îlonê de çûn Serqonsolosxaneya Stenbolê, ji wan re hat gotin ji ber ku ewraqên li qonsolosxaneyê nehatine amadekirin bila hefteya bê bên û diyar kiribû ku Kaşikçi ji qonsolosxaneyê derket û wê şevê çû Londonê û di 1ê cotmehê de vegeriya Stenbolê.

Ji Serqonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî di 4ê cotmehê de ji ser Twîttera malpera parvekirina civakî daxuyanî hatibû dayîn û hatibû îdiakirin ku Kaşikçi piştî ku ji avahiya serqonsolosxaneyê derket ji holê winda bû.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê îdiayên Cemal Kaşikçiyê ku jê xeber nayê sitandin hatiye ragirtin de lêpirsîn dabû destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 11:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE