Ji Trump di warê hemwelatîtiyê de hemleyeke nû

Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide rê li pêşiya wan sebiyên ku malbatên wan welatiyên Amerîkayê nînin lê dema ew li welêt bên dinyayê û mafê welatîtiyê heq dikin, bigire

Ji Trump di warê hemwelatîtiyê de hemleyeke nû

Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide rê li pêşiya wan sebiyên ku li wî welatî bên dinyayê lê malbatên wan welatiyên Amerîkayê nînin û mafê welatîtiyê heq dikin, bigire.

Trump beşdarî bernamaya "Axios on HBO"yê bû. Trump li ser zarokên koçberên bêdestûr û yên ku welatiyên Amerîkayê nînin û li welatên wan tên dinyayê da got ku ew dixwazin vê sepanê êdî biqedînin.

Trump li ser pirseke meşrûtiya pêngave da jî wiha bersiv da: "Hevalên min dibêjin bi telîmateke serokatiyê ez dikarim tiştekê wiha bikim."

Trump destnîşan kir ku hiqûqnasên li Qesra Spî wê li ser vê pêşniyarê lêkolînê bikin.

Li gor Qanûna Bingehîn a Amerîkayê zarokê ku li welêt tê dinyayê dibe hemwelatiyê Amerîkayê û ev jî mafê wan e.

Li gor agahiyê, eger Trump biryareke wiha bide li ser erka serok ya ku bi serê xwe dikare li ser qanûna bingehîn guherînan bike de wê bibe sedema nîqaşê.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 16:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE