Ji Trump dîplomasiya "Bendava Hedasiyê"

Trump li Washîngtonê bi wezîrên Mısır, Etiyopya û Sudanê ra hevdîtinek kir, der barê Bendava Hedasiyê (Ronesans) ya di navbera Mısır û Etiyopyayê da bûye sedema qeyranê da got divê herdu alî beranberî hev ji bendavê feydeyê bi dest bixin.

Ji Trump dîplomasiya "Bendava Hedasiyê"

Serokê Amerikayê Donald Trump li Washingtonê bi wezîrên Mısır, Etiyopya û Sudanê ra hevdîtinek kir, der barê Bendava Hedasiyê (Ronesans) ya di navbera Mısır û Etiyopyayê da bûye sedema qeyranê da got divê herdu alî beranberî hev ji bendavê feydeyê bi dest bixin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin Trump duh bi wezîrên Mısır, Etiyopya û Sudanê ra civînek kir.

Hat gotin Trump bi wezîran ra der barê Bendava Hedasiyê ya Etiyopyaya Mezin da axivî.

Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin Trump herdu aliyan ra got divê ew hevkariyê bikin, feydeyeke dualî ji bendavê hildin.

Bendava Hedasiyê di navbera Mısır û Etiyopyayê da bûbû sedema qeyranê û par di çileya pêşîn da Amerikayê navbeynkarî kiribû.

Bi serkêşiya Amerikayê di 6ê mijdarê da li Washingtonê civînek hatibû kirin. Li gor vê civînê heta 15ê çileya paşîn divê herdu alî bigîhîştana encamekê, lê her çiqas hin hevdîtin hatibin kirin jî ew negîhîştibûn encamekê.

Etiyopyayê di sala 2011an da şaxeke Çemê Nîlê rêya Nîla Şîn guherandibû û dest bi çêkirina Bendava Hedasiyê kiribû. Li ser vê di navbera Etiyopya û Mısırê da ji ber bikaranîna avê rageşî çêbûbû.

Etiyopya ji sedî 90ê ceyrana xwe ji santralên hîdroceyranê bi dest dixe. Armanca çêkirina Bendava Hedasiyê ew e ku hilberîna vejenê zêde bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE