Ji Trump peyama derbarê Kaşikçi

Donald Trump got dê mijara Kaşikçi de hefteya bê bi Kongreyê re hevdîtin bike û bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re vê mijarê de ji nêz ve dixebitin.

Ji Trump peyama derbarê Kaşikçi

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dê di mijara rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de hefteya bê bi Kongreyê re hevdîtin bike û bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re vê di mijarê de ji nêz ve dixebitin û got ku "Ez di vê mijarê de fikreke xurt pêk tînim."

Serokê Amerîkayê Trump piştî hilbijartinên Kongreyê yên ku li Amerîkayê hatin kirin di civîna xwe ya ewil a ku li Qesra Spî li dar xist de bersiva pirsa der barê Cemal Kaşikçi de da.

Trump got ku "Em ê hefteya bê li ser vê mijarê bixebitin, em bi Kongreyê re di nav xebateke nêz de ne. Em bi hev re dixebitin, hemû mirovên biqebiliyet in. Em bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re dixebitin. Ez di vê mijarê de fikreke urt pêk tînim."

- Di mueyîdeyên Îranê de muafiyeta Tirkiyeyê

Trump her wiha der barê di pakêta mueyîdeyên dijî Îranê de di mijara îthalata neftê de muafiyeta 8 welatên ku yek ji wan jî Tirkiye ye de jî daxuyanî dan.

Trump li ser pirsekî nirxandina "Me mueyîdeyên herî mezin ên di dîroka Amerîkayê de tetbîq kirin." kir û ev gotin: 

"Lê belê min wext da hin welatan, ji ber ku daxwaz kirin. Min ev kir ji ber ku ez naxwazim ku bihayê neftê serê warîlê derkeve 100 an jî 150 dolarî. Lewra ez bihayan dikşînim jêrê. Heke hûn lê binêrin hûnê bibînin ku bihayên neftê kêm bûne."

Trump destnîşan kir ku bihayên neftê di mehên dawîn de dikevin û wiha axivî: "Şûna ku em di mijara mueyîdeyê de gelek tund bin me tê de tu zirar nedît ku neft biçe hin welêtan. Ez naxwazim ku bihayên neftê zêde bibin. Bazareke gelekî hesas e. Bi demê re dê pozîsyoneke tundtir bigirin. Lê ez naxwazim ku li tevahiya cîhanê bihayên neftê zêde bibin."

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE