Ji Trump peyama "êrîşa eskerî ya li hemberî Îranê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "(Ji ber êrîşa Îranê ya li hemberî tesîsa Erebistana Siûdî Aramcoyê hek Amerîka li hemberî Îranê êrîşeke eskerî bike) Bi ya min evê wekhevî (munasib) be."

Ji Trump peyama "êrîşa eskerî ya li hemberî Îranê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ji ber êrîşa Îranê ya li hemberî tesîsa Erebistana Siûdî Aramcoyê ya şirketa neftê heke Amerîka êrîşeke eskerî bike, evê bibe bersiveke wekhev.

Trump beriya ku here eyaleta New Mexîcoyê, li baxçeyê Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan.

Li ser pirsa êrîşa tesîsên Aramcoyê Trump anî ziman ewê binêrin ka li pişt vê êrîşê teqez Îran heye an na û wiha dewam kir: "Piştî vê emê biryarê bidin ka emê çi bikin."

Trump pirsa "Li hemberî êrîşa tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî Amerîkayê êrîşî Îranê bike an na? Heke êrîş bike evê bibe êrîşeke wekhev" wiha got: "Bi ya min evê wekhevî (munasib) be. Ji vê pirsê ra bersiva min erê ye."

Trump got ji ber êrîşa Aramcoyê bihayê neftê zêde bû lê evê tesîrê li ser Amerîkayê neke.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 10:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE