Serokatiya Sererkaniyê ya Ukraynayê ragihand ku di şerê ji 24ê sibatê vir va dewam dike da hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 34 hezar û 230.
Serokatiya Sererkaniyê der heqê ziyanên artêşa Ûris a di navbera 24ê Sibatê û 21ê Hezîranê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li Ukraynayê 34 hezar û 230 eskerên Ûris hatin kuştin. Ji bilî vê, 216 balafir, 182 firoke, 1496 tank, 3 hezar û 614 wesayîtên bizirx, 752 top, 137 moşak, 239 pergalên roketavêjê û 99 pergalên parastina asîmanî hatin îmhekirin.
Hat gotin hêzên Ûris her wiha 2 hezar û 543 wesayît, 14 keştî û kelekên heza wan sivik, 614 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan.
Hêzên Ûris li herêmên Slavyansk, Bahmut û Avdeevskiyê zêde zirar dîtin.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.
AA