Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşûk ragihand ku di 24 saetên dawîn de ji korîdarên alîkariyên mirovî tenê karîne 8 hezar û 57 sivîlî biguhazin herêmên ewledar.
Vereşûkê di daxuyaniya xwe ya bi rêya vîdeo peyamê de anî ziman ku 21ê adarê, 7 ji wan 8 korîdorên alîkariya mirovî yên ku hatine pesendkirin, dixebitîn.
Vereşûkê tekezî li wê yekê kir ku tevî hemî zehmetî û dijwariyan di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 57 sivîl guhastine herêmên ewledar û got, "Ji Marîupolê 7 hezar sivîl ji bo bajarê Zaporojiyayê hat veguhastin. Ji gundên herêma Kîevê jî 4 hezar û 370 kes hatin texliyekirin.