Ji Urdinê ji bo êrîşa li Hewlêrê şermezarî

Urdinê êrîşa biçek ku tê da peywirdarekî Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê şehîd bû, şermezar kir.

Ji Urdinê ji bo êrîşa li Hewlêrê şermezarî

Urdinê êrîşa biçek ku tê da peywirdarekî Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê şehîd bû, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Urdinê Sufyan el-Qudat da li hemberî êrîşa ku li Hewlêrê li dijî peywirdarên Konsolosxaneya Tirkiyeyê hat kirin, bertek hat nîşandan.

Di daxuyaniyê da ji bo hikûmetên Tirk û Iraqê hêviya serxweşiyê û ji bo birîndaran jî hêviya şifayê hat kirin.

Li bajarê Hewlêrê yê Iraqê duh di êrîşeke biçek da dijî restoranekê da dîplomatekî peywirdarê Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê şehîd bûbû, welatiyekî Iraqê jî herwiha hatibû kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE