Ji von der Leyena Seroka Komîsyona YEyê spasiya ji bo Serok Erdogan

Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) spasiya Serok Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî "Çalakiya Teahûda Navneteweyî ya Muqabeleya Gerdûnî ya Vîrusa Koronayê" bû kir.

Ji von der Leyena Seroka Komîsyona YEyê spasiya ji bo Serok Erdogan

Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) spasiya Serok Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî "Çalakiya Teahûda Navneteweyî ya Muqabeleya Gerdûnî ya Vîrusa Koronayê" bû kir.

Von der Leyenê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirinek kir ku tê da spasiya hemû serok û serokên saziyan ên ku beşdarî çalakiya bi rêya vîdeokonferansê ji bo teşxîs, tedawî û pêşxistina aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) fon bê pêkanîn hat lidarxistin bûn dike.

Von der Leyenê ji axaftina Serok Erdogan a di çalakiyê da ya ku ji ser hesabê Twîtterê ya fermî hat parvekirin wergirt û got ku "Em ji bo piştgiriya we spas dikin."

- Çalakiya Teahûda Navneteweyî ya Muqabeleya Gerdûnî ya Vîrusa Koronayê

Di Lûtkeya G-20î ya ku di 26ê adarê da bi rêya vîdeokonferansê hat lidarxistin da serokan teahûd dabûn ji bo ku aşî bi leztir bê pêşxistin çavkanî peyde bikin. Piştî vê bi serkêşiya Komîsyona YEyê Çalakiya Teahûda Navneteweyî ya Muqabeleya Gerdûnî ya Vîrusa Koronayê hatibû lidarxistin û gelek welat, rêxistinên navneteweyî, saziyên fînansê, civaka sivîl, sektora taybet û weqif beşdarî çalakiyê bibûn.

Erdogan bi peyame xwe ya bi vîdeoyê ya ku ji bo çalakiyê şand da gotibû ku "Gelekî girîng e ku gihaştina gerdûnî ya aşiya ku dê bê çêkirin hildin bin temînatê û prensîba 'bila tu kes li paş neyê hiştin' bê tetbîqkirin. Dema em piştevaniya xwe ya madî ya ji bo xebatên pêşxistina aşiyê diyar bikin em ê hemû van mijaran bidin ber çav. Em ê meblaxa ku di encama nirxandinan da tesbît bikin jî heta 23yê gulanê îlan bikin."

7,5 milyar avroyê ku di çalakiyê da hat berhevkirin ji bo ku li hemû dinyayê xizmetên aşiya dikarin bigihêjinê û guncav, tedawî û teşxîsê bên pêşxistin û lez bidin berbelavkirina wan dê bê bikaranîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE