Ji Welatên YEyê daxuyanî: "Girên Golanê axa Îsraîlê nîne"

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Girên Golanê jî di navê da ew, serweriya Îsraîlê ya li ser axa ku ji 1967an vir va dagîr kiriye, nas nakin û herwiha hat balkişandin ku ev ax, ne ya Îsraîlê ye.

Ji Welatên YEyê daxuyanî: "Girên Golanê axa Îsraîlê nîne"

Pênc welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ragihandin ku Girên Golanê axa Îsraîlê nîne û herwiha bi bikaranîna hêzê va îlhaqkirina herêmê, hiqûqa navneteweyî pêpes dike.

Ligel endamên mayînde yên KENYyê Fransa û Îngiltereyê, welatên endamên berwext ên wekî Belçîka, Almanya û Polonyayê li ser naskirina serweriya Îsraîlê li Girên Golanê ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump va daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Girên Golanê jî di navê da ew, serweriya Îsraîlê ya li ser axa ku ji 1967an vir va dagîr kiriye, nas nakin û herwiha hat balkişandin ku ev ax, ne ya Îsraîlê ye.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi bikaranîna hêzê va îlhaqkirina herêmê, hiqûqa navneteweyî pêpes dike. Ragihandina guhertina sînoran a bi şêweyeke yekalî, dijî pergala navneteweyî ya xwedî rêgez û Peymana NYyê ye." 

Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku ji aliyê Îsraîlê va îlhaqkirina Girên Golanê ya bi şêweyeke dereqanûnî dê bibe sedemê pirsgirêkên mezintir û herêmî.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE