Ji Wezaret Karên Derva daxuyaniya "Karadzic"

"Ev biryar, herçiqas keder û azara birayên me yên Boşnaq ên qetilkirî daneyne jî lê ji bo teceliya edaletê biryareke rast e."

Ji Wezaret Karên Derva daxuyaniya "Karadzic"

Wezareta Karên Derva ragihand ku biryara li serokê berê yê Sirbên Bosnayî Radovan Karadzic birîna cezayê hebsa muebetê dê keder û azara Boşnaqan daneyne, lê ji bo teceliya edaletê biryareke rast e.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat bibîrxistin ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yûgoslavyayê di doza darizandina serokê berê yê entîteya Bosna-Hersekê û Serfermandarê berê yê Hêzên Çekdar Radovan Karadzic da hukim dabû ku sûcê jenosîdê û yên dijî mirovahiyê hatine kirin û herwiha hêzên Sirb salên 1992-1995an di pevçûnên li Bosna-Hersekê da hiqûqa şer û rêgezên teamula navneteweyî binpê kirine û lewma jî 40 sal cezayê hebsê li Karadzic birîbû.

Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku Karadzic li hemberî vê biryara navborî serî li temyîzê dabû ku Konseya Temyîzê ya Mekanîzmaya Dadgehên Cezayê ya Navneteweyî ku li dozên ku dewam dikin dinihêre, duh biryar ragihand û cezayê hebsa muebetê li Karadzic birî.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ev biryar, herçiqas keder û azara birayên me yên Boşnaq ên qetilkirî daneyne jî lê ji bo teceliya edaletê biryareke rast e."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE