Ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyaniya Tirkiyeyê

Felîx Gedneyê ji fermandarên koalisyona dijî DEAŞê ya di pêşîkêşiya Amerîkayê da diyar kir ku pirsgirêkên dîplomatîk ên van rojên dawîn di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da derdekevin li ser têkiliyên eskerî bandor nekirin.

Gedney di civîna çapemeniyê ya li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da li ser pirsekê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê nirxand.

Rojnamevanekî pirsî ku "Pirsgirêkên dîplomatîk ên van rojên dawîn di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da derdekevin gelo li ser têkiliyên we û Tirkiyeyê tesîr kir?" li ser vê pirsê Gedney got "Naxêr, têkiliyên me yên bi mitefîqên me yên ji Tirkiyeyê ra dewam dikin, em guherînekê nabînin."

Gedney bal kişand ku Tirkiye di nav koalisyonê da xwedî roleke girîng e û wiha pê da çû: "Ew (Tirkiye) bi yekeyên eskerî piştgiriyê didin koalisyona eskerî û mitefîqekî biqîmet ê NATOyê ye, di heman demê da mitefîqekî girîng ê herêmî ye. Tiştên di asta stratejiyê da diqewimin hene lêbelê em di têkiliyên xwe yên profesyonel û teqdîkî da guherînekê nabînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2018, 10:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE